"an independent online kurdish website

Peyama Pîrozbahiya Kongrê

Ji bo Encumena Nîştîmanî Ya Kurdî Li Sûriy ENKSê, Liqê Swêdala_k

.

Rêzdar û nûnerên hêja

Beşdarên qedirbilind,

Bi rêz û silav hûn hemû bixêr hatine.

Kongreya we li neteweyê kurd pîroz be!

Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên ji herçar beşên Kurdistanê dike, Kongreya we bi dilgermî pîroz dike, ji kongreya we re serkeftin û serfîrazî dixwaze.

Hêvî û daxwaza me ku kongreya we di aramiyê de, bi hestên birayetiyê û bi serfîrazî derbas bibe, di warê xebata kurdewarî û hevbeş de, biryarên hêja, yên birayane û nimûnedar bigre.

Ji bo parastina berjewendiyên netewî li derveyî welêt, ji bo danasîna rewabûna Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di cîhanê de û  ji bo hevkarî û xebata hevbeş bi Şoreşa Sûriyê re biryarên hêja û xebata bêwestan pêwîst e. 

Em hemû dizanin ku tevgêra rizgarîxwaziya Kurdistanê di serdemeke taybet de derbas dibe. Vê serdemê firseteke zêrîn daye miletê kurd.

Daxwaza me ji xuşk û birayên Rojava, xurtkirin û bihêzkirina xebata hevkar, yekdengî û yekrêzî ye, li nav welat û li derveyî welêt. Herweha ji bo serkeftina gelan em hevkarî û birayetiya kurd, ereb, aşûr, suryanî, kildanî, bi giştî hevkariya hemû hevwelatiyên Sûriyê pêwîst dibînin.

 Rêzdar û amadebûyên hêja,

Di dema borî e, Komîteya Hevkarî bi hemû hêz û îmkanên xwe ve piştgiriya Rojavayê Kurdistnanê kiriye. Ji niha û pêve jî em bi hemû hêz û îmkanên xwe ve piştevanê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne.

Em hemû destkeftî û pêşveçûnên Rojava, destkeftiyên netewî dizanin û pê serfîraz û serbilind in.

Careke din Kongreya we li neteweyê kurd û li tevgêra rizgarîxwaziya Kurdistanê pîroz be!

Em ji komîteyên nû re serkeftin û serfîrazî dixwazin!

Silav li giyanê şehîdên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û hemû şehîdên Şoreşa Sûriyê!

Bijî yekîtiya neteweyê kurd!

Bijî kurd û Kurdistan!

22/09.2012

KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ{jcomments off}

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی