"an independent online kurdish website

Cafer Mubeşirniya

Hewlêr (Rûdaw) – Ajansa Nûçeyan a Mehr a Îranê diyar kir ku li ser sînorên Herêma Kurdistan û Îranê qeçaxçî û kasibkarên bêtawan kar dikinpadki_pjak

.

Ajansa Mehr di nûçeyeke xwe de desnîşan kir ku kasibkar û qeçaxçî ji aliyê PJAK ê ve tên kuştin, ragihandina PDK Îran û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) jî belav dikin ku Komara Îslamî wan kasibkaran dikuje.

Kawe Cewanmerd: Ew kasibkar û kolberên bê tawan in

Endamê Komîteya Navendî, berpirsê TISHK TV û malpera Kurdistanmedia Kawe Cewanmerd (Du navendên sereke ên ragihandina PDK Îranê ye) ji Rudawê re got: “Komara Îslamî li ber givaşa zêde ya ragihandina partiyên Kurdî ên Rojhilatê Kurdistanê û rastpêjiya wan, dan bi vê yekê danî ku ew kasibkar û qeçaxçiyên bê tawan in, ne ‘qaçaxçiyên çemedanîne’ ku heta niha bi wî navî didan naskirin.”

Cewanmerd di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Lê rejîma Îranê dixwaze wê pirsê di berjewendiya xwe de bişkîne. Nexuyaye di dawiyê de bûyer çawa çêbûye, du kasibkar û qeçaxçî li ser sînor hatine kuştin, rejîma Îranê dixwaze gişt wan kasibkarên ku rojane dikuje bixe stûyê aliyên Kurdî.”

Cewanmerd destnîşan kir ku ragihandina PDK Îranê di qada cîhanê de cihê xwe vekiriye û wiha got: “Belavkirina rastiyan li ser wê pirsê ji cîhanê û herî dawî jî ji Komara Îslamî re jî diyar kir ku ew kasibkar û qeçaxçiyê bêtawan ên li ser sînoran in.”

Bi gotina Cewanmerd, piraniya raporên li ser kasibkar û qeçaxçiyên ên li Komîsyona Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora Ehmed Şehîd a li ser rejîma Îranê de hatibûn, ji aliyê ragihandina PDK Îranê ve hatibûn şandin. Pejrandina wan raporan, ji aliyê Ehmed Şehîd ve jî nîşana rastbêjiya raghihandina PDK Îranê ye.

Heval Goran: Sedem tune ye ku PJAK kolber û kasibkana bikuje

Endamê Navenda Ragihandina PJAKê Heval Goran jî derbarê nûçeya Ajansa Mehr de ji Rudawê wiha got: “Agehdariya me ji wê nûçeyê malpera Mehr a Komara Îslamî heye. Eva dûre ji rastiyan ku heta niha PJAKê qeçaxçî û kasibkar kuştibin. Ti sedemek nîne ku PJAK wan kasibkaran bikujin.”

Goran îdiaya Komara Îslamî jî red kir ku bi darê zorê PJAK bacê ji kasibkaran werdigre û wiha got: “Kasibkar û qeçaxçî didin me, alîkariye û li gor daxwaza xwe çiqasî bixwazin didin.”

Heval Goran desnîşan kir ku tişta ragihandina PJAKê dibêje, ne propagende ye, belkî rastiye ku rojane qeçaxçî û kasibkarên kurd ên tenê ji bo debara jiyana xwe wî karî dikin ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve tên kuştin{jcomments off}

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی