"an independent online kurdish website

Li gorî nûçeyên gihîştî ji pîranşarê sibezûya Çarşemiyê 14’ê Sermawezê xwendegehek destpêkî akiçan li gundê Şînawê a nêzî Pîranşarê agir girt û li encam de 37 keçên dersxwan li pola çarêa destpêkî tûşî şevitîn û birîndarbûnê bûnbeyanye_hawbeshi

Hejimarek ji wan zarokên ku birînên wan giran bûye, bona çareseriyê bo bajarên derdorê hatine birê kirin, û li gorî dawî zanyariyan çend kes ji wan zarokan rewşa wan xirap e û tirsa mirina wan heye.

Sedema vê bûyera dilêş agirgirtina sobeyeke neftî bûye ku bona germkirina odeya wan ya xwandinê mifah jê dihat wergirtin. Ev yek li demekê de ye ku gundê wan lûlekêşiya gazê jêre hatiye kirin û piraniya akinciyên vir bona hewcehiyên xwe ji gazê mifahê werdigrin, lê hêşta jî bona germkirina vê xwendegehê ji sobeya neftî mifah hatiye wergirtin.

Bê guma sedema vê bûyera dilêş ku gellek caran bo dersxwanan bûyerên weha tê pêş, û beşek ji wan li ragehandinan de tên bilavkirin, vedigere bona kêmtirxemî û xemsariya berpirsyarên hikûmetî û giringînedana bi canê dersxwanan.

Li vê rewşa pirr dijwar de ku li jêr sîbera hikûmeta îslamî de xelkê Îranê bi giştî û dersxwan û ciwanên welat rojane bil êş û azarên zêdetir berbirû dibin. Rejîma Îranê li cihê çareseriya vê rewşa dijwar mijûlî destêwerdana bi hederdana serwet û saman vî xelkî birsî û lêqewimî ye di welatên din de.

Em tevî şermezarkirina vê siyaseta dijî gelî a rejîmê, daxwazê dikin ku malbatên tewaya dersxwanêngundê Şînawê û xwendegehên din ên Pîranşarê bi piştevaniya tewaya xelkê Pîranşarê bi her awayekî ku ji destê wan tê, zextê bixin ser rejîmê bona vê ku berpirsyarên vê bûyerê lêpirsîn ji wan bê kirin û bigîjin cezayê xwe, bona vê ku ji vê zêdetir zarokên me nebne qurbaniyê wan xemsariyan.

Herweha tevî eşkerekirina xem û nerehetiya xwe ji vê bûyera dilêş, em hevderdiyê li gel tewaya dersxwanên Pîranşarê û bitaybetî dersxwanên birîndar dikin û hêviya başbûna bilez ji wan re dikin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistan a Îranê

16.09.1391
06.12.2012{jcomments off}

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی