Her wekî em hemi dizanîn, gelek qehremanên bizawa gelê me canê xo gorîyê Kurd û Kurdistanê kirine
. Hîzba Dêmokirata Kurdistana ÎranêPDKI, roja 10 ê Xakelêwê wekî roja şehîdên Kurd û Kurdistanê diyarî kirîye û hemî salê di wê rojê de kadir u pêşmerge, endam û algirên wê partîyê û gelê Kurdistanê diçine ser gorên şehîdan û ser li malbatên wan diden.
Li gel wan peymanan taze diken ku heya bi dest anîna armancêt şehidan dê rêka wan bidomînin{jcomments off}.
Şehîdên bizawa gelê me hertim li ber çawên me û li dilê me dane.
Ez pêşniyar dikem ku hemî dost û heval, her yêk ji ve jiyan û bi serhata pênc(5) şehîdên bizawa gel bi nav û şoret, bajar û gund, dever, cîyê lê şehîd bûyî, roj û sala şehid bûyî, bo 10 ê xakelêwe ya îsal , binuvîsîn û eksê wan peyda biken.
Her wisa li ser wan sayt û malperane danên, wek: 10ê xakelêwe, Pêşmergekan, Facebook, CAPK. Li hemî welatan komîta malperên xo hene, dawa li we dikem ku ew jî biveşînin.