"an independent online kurdish website

Sê çalakvanên kurd ên jin, roja çarşemê berê êvarê, li Parîsê, li buroya Komîteya Kurdistan a Agahdariyê ji alî kesên ku hîn nayên nasîn ve hatin kuştinenistitu_kurdparis

.
Yek ji van kesan, Sakîne Cansiz, sîmayeke naskirî ya PKKê yê ku gelek salan di zindanên Tirkiyê de maye.
Kuştina van her sê kesan ku di destpêka pêvajoya hevdîtinên di navbera hikûmeta tirkî û serokê PKKê Abdullah Ocalan de, ji bo çareseriyeke aştiyane ji pirsa kurdî re pêk hat civata kurdî xemgîn dike.
Ji ber kêmnasiya civata kurdî ya Parîsê, Ajansa Nûçeyên Fransî (AFP) di ragihandina xwe ya pêşîn de gotibû ev kuştin li navenda Enstîtuya kurdî ya Parîsê pêk hat. Û ev ragihandina ku di radyo û kanalên televizonan ên nûçeyan belav dikin de li Fransa, li Tirkiye û gelek welatên din hate dubarekirin heyecaneke mezin di nav heval û dostên Enstîtuya kurdî ya Parisê de pêk anî û bi sedan telefon û mesaj ji me re hatin.
Me peyvendî bi rêveberiya AFPê re danî û wan jî lêborîna xwe xwest û ev kêmasiya xwe saet di 8ê serê sibê de sererast kir.
Em ji bo piştgiriya hemî dostên xwe sipasî wan dikin û ji hikûmeta fransî jî dixwazin ku hemî îmkanên xwe seferber bikin da ku vê kuştara diltezîn a li Parîsê ronî bike, ku destpêkeke talûke ye û metirsiyeke mezin dixe dilê civata kurdî ya li Fransayê.

Enstîtuya kurdî ya Parisê

Avest kurd


نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی