"an independent online kurdish website

AVESTA KURD – Pisporê Rojhilata Navîn û analîstvanê zanistên siyasî yê Rojhilata Navîn ê Rûs Vadîm Makarenko pêşketinên li Rojavayê Kurdistan û Sûriye, li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê nirxandinmikanof_rus
.

Makarenko diyar kir ku divê  Kurd li Sûriyê xwe ji desthilatê qut bikin û xwe û herêmên xwe biparêzin. Marakenko derbarê hevdîtinên di navbera Ocalan û dewleta Tirk de jî got ger Tirkiye vê pêvajoyê baş nemeşîne dê parçe bibe.

Pêşketinên li Rojhilata Navîn diqewimin bêgûman bala hemû kesî dikşîne. Bi taybet jî bala kesên ku li ser vê heremê lêkolîn û analîzan dikin. Ji ber ku pirsa di serê her kesî de ew bû ku ji niha û şûn ve wê çi bibe?. Ji van hereman yek jê jî Suriye ye. Ji ber ku şerê di navbera mixalefet û hêzên artêşa Sûriyê de berdewam dike û dîsa li vê herêmê îro Kurd bûne xwedî pozîsyonek diyarker. Listikên li ser Kurdan tên maşandin zêdetir dibin. Herwiha mijareke din a pêşveçûnên siyasî yên Rojhilata Navîn ji nêz ve eleqedar dike hevdîtinên di navbera Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de ne. Pisporê Rojhilata Navîn û analîstvanê zanistên siyasî yê Rojhilata Navîn ê Rûs Vadîm Makarenko nêrînên xwe bi ANF-ê re par vekirin.

Makarenko li ser şerê ku ev nêzîka du sale li Sûriyê heye got ku, ev şer ji derveyî îradeya rejîma Sûriye hatiye destpêkirin û wan texmîn kiriye ku dê hewqasî dirêj bibe û got:“Li Sûriyê şerekî navxweyî tê meşandin û gelek xwîn tê rijandin, wendahiyên mezin hene. Kesek nizane ku dê ev şer bisekine yan nesekine. Mirov dikare bêje Sûriye ket nav şerekî ji derveyî îradeya xwe û belkî rêvebiriya Sûriyê jî texmîn nedikir ku ev şer wê hewqasî dirêj bike. Berê jî rewşa Kurdan ya li  Sûrî qet ne aşitiyane bû. Kurd li wê derê bi zilmê re rû bi rû bûn. Her tim dihatin girtin dihatin îşkencekirin. Hemû pirsgirêken ku heyî bi darê zorê  hatîbûn veşartin. Bi rêbazen polîsane dihatin pelçiqandin. Lê mirovan li hemberî van êşa heya cihekî dikarîbûn li berxwe bida. Herwiha piştî demekê teqîn çêbûn û şerê navxweyî dest pê kir.”

Bi dare zorê gel nayê birêvebirin

Makarenko bal kişand ser têkiliyên di navbera mezheban de jî û wiha axifî: “Ev pirsgirêkên di nav mezhebên cûda cûda de hebûn hatibûn veşartin. Hûkûmkirina grûbek biçûk ya li ser mezheb û gelên din ku xwedî nirx û maf, pir li ber xwe neda temenê wê zêde dirêj nebû. Di encam de di vê teqînê de gelek windahiyên giran hatin dayîn. Em gerek ji bîr nekin ku berê jî gelek wendahî hebûn. Ev wendahî yê berê bêdeng dihatin kirin qala wan nedihat kirin. Mînak bûyera li Qamişlo, di rojêkê de bi dehan kes hatin qetilkirin yan jî bi hezeran kes di zindanan de ne. Ji ber  vê yekê jî mirov nikare bêje ku tiştekî nû diqewimiye.”

Makarenko dibêje ji niha û şûn de şerê di navbera gelan de wê vegere şerê mezheban û wiha pêde çû: “Vê carê milê êrîş dike aliyê sûnî ye. Herwiha şerê di vê demê de milê xwe yê dînî pir li pêş e. Ev jî dide diyarkirin ku ji niha û şûn ve dê şerê mezheba zêdetir xwe bide pêş. Mesele ne ew e ku sûnî heta niha derveyî desthilatdariyê bûn. Mesele ew e ku sûniyan hêza baweriyê di xwe de dîtiye û piştgiriya hemû aliyan wergirtiye. Sûni nîqaşa radîkalîzma ol di nava xwe de pêş xistin û li Efxanîstanê, li Iraqê û gelek cihêndin tecrûbe wergirtin. Li vir mecalên pir berfireh û gengaz hene. Ji ber vê yekê bûyerên ku li vira çêdibin mirov ecêp namîne.”

Pêwist e Kurd xwe ji desthilatê qut bikin û xwe biparêzin

Li ser rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê û rêxistina wan jî Makarenko dibêje: “Di van mercan de pêwîste mirov baş li rewşa Kurdan bifikire ku ew bi giştî li bakûrê Suriyê de dijîn û komî ser hev in. Ne tenê li wir her wiha li bajarên mezin yê wek Şam û Helebê jî gelek Kurd dijîn. Li Suriyê 2 milyon zêdetir Kurd hene. Di vê rewşê de serkeftina mixalefeta Suriyê ji bo Kurdan ti fêdê nade. Herwiha bi vî awayî berdewamkirina şer jî dê bi xwe re encamên neyînî derxe holê. Divê Kurd li cihê kom dijîn xwe rêxistin bikin û xwe wek wargehê leşkerî biparêzin. Divê nehêlin ti hêz nekevin nav herêma wan ne hêzê duyemîn ne hêzê sêyemîn ne jî ti hêz. Ji niha ve dikarin bêjin em nahêlin ti kes têkeve herêma me, em dikarin hemû derfetên jiyanê rêxistin bikin. Ji xwe vî tiştî dikin.

Bi taybet di vê demê de gelek hêzên derve yê wek Tirkiye dixwazin midaxaleyî vê herêmê bike parastina vê herêmê gelek girîng e. Jixwe zanebûna netewbûnê îdeolojîyê û partîbûnê li vir heye. Ji bilî vê tecrûbeyên wan yê demdirêj yê tekoşînê jî heye. Em dizanin ku Kurdên Sûriyê di azadkirina tekoşîna Kurd de cihê xwe digire û dikarin di vî perçeyî de jî bigihêjin armanca xwe. Li vir mafê Kurdan yê netewî pêwîste bê pejirandin. Pêwîste mafê wan yê herî xwezayî yê wek xweserî jî bê naskirin. Ew bi xwe qedera xwe tayin bikin. Di milê din de jî hêzê navnetewî li vir aliyekî tenê dibînin. Kurdan nabînin. Lê Kurd li vir hêza herî xurt û rêxistinkirî ye. Nunertiya Kurdan di qada navnetewî de jî heye. Berpirsyarê patiyên Kurdan yê ji hêla qada navnetewî ve tên naskirin jî hene. Herwiha hatin vir Rusyayê jî, ev kes dikarin wek mixatab bên girtin. Dikarin bi wan re nîqaş bikin ku, dê bi çi awayî pirsgirêka Sûriyê çareser bikin. Ev pirsgirêk ne bi rêbazen şer, pêwîste bi rêbazên aşitiyane bên çareserkirin. Lê  pêwîste di van hevdîtinan de aliyê Kurd jî amade be.”

Makarenko diyar kir ku ev 14 sal e Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan di destê Tirkiyê de dîl hatiye girtin û ev dem ji bo çareserkirina pirsa Kurd demeke ne kêm bû û got: “Îsal dibe 15 sal ku devlete Tirk Abdullah Ocalan  dîl girtiye. Lê mixabin di nav vê dema dirêj de riyên çareseriyê li Tirkiyê, bi rêbazên aşitiyane çareserkirina pirsa Kurd nehatine dîtin. Dewleta Tirk zêdetir ev dema han ji bo tinekirina PKK-ê bi kar anî. Lê demê da xuyakirin ku partiya Ocalan avakiriye di demên bi vî awayî de jî dikare xwe li ser piya bigre û xwe rêxistin bike, pêş bixe. Rewş tê guhertin û em hêvî dikin ku ji bo civaka Tirkiyê çereseriyek bê dîtin û li hevkirin bê pêşxistin. Ji ber ku ev pirsgirêke rojane ye ne û tene ji bo Kurdan ji bo Tirka ye jî. Ev çareserî tene ne ji bo  berjewendiya  Kurda ye û ne tene ji bo berjewendiya Tirkaye jî, ji bo hemû Tirkiyê ye. Çareserkirina vê  pirsê gelek girîng e.”

Divê derfetên Ocalan pêş xistine baş bên nirxandin

Pisporê Rûs dibêje îro gelek dewletên cîhanê razî bûne ku Kurd dikarin xwe bixwe birêve bibin û wiha diaxife: “Mixabin hemû berjewendiyên Kurdan ji hêla hemû cihanê ve nehatine dîtin. Îro kêm dewlet hene ku yekser yan jî neyekser alîkarî didin çareserkirina pirsa Kurd. Niha li Başûrê Kurdistanê bi her awayî ber bi avakirina dewleteke Kurd ve diçe û hemû cîhan hêdî hêdî îqna dibe ku Kurd dikarin dewletêkê serbixwe avabikin û birêve bibin. Rewşek bi vî awayî li Bakurê Kurdistanê jî dikarîbû çêbibûya. Ev wendahiya hem aliyê Kurd, hem jî aliyê Tirk daye ne pêwîst bû. Pêwîste ku mafê Kurdan bihata dayîn li ser vî bingehî di civakê de çareseriyek hatiba dîtin. Qebûlkirina otonomiyek çandî û rêvebiriya xweser dibe ku pêşiya vê xwîna hatiye rijandin bida sekinandin. Bi vî avayî dîtina çareseriyê ji zû ve pijiyaye. Di vê salvegera komployê de divê ku ew derfetên Ocalan pêşxistine baş bên bikaranîn ji ber ku heta niha ew nehatine bikaranîn. Pêwîste ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê nêzîkbûn bê gûhertin û ji serokê Kurd re derfet bê dayîn.”

Divê Tirkiye xwe zelal bike ka çi dixwaze

Makarenko li ser dîl girtina Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê û rola wî ya di çareserkirina pirsa Kurd de jî nerînên xwe wiha tine ziman:  “Hevdîtinên li Îmralî di rewşek pir giran re derbas dibin. Ji milekî ve dewleta Tirk dixwaze ji pirsgirêkê re çareseriyekê bîne ji hêla din ve jî polîtikayên pir dijwar bikar tîne. Ji bo pozisyona PKK-ê lewaz bike li rojhilatê Tirkiyê, çi ji bejayî çi jî ji hewayî hemû derfet tên bikaranîn. Herwiha her alî li ser masê dixwaze yê beramberî xwe lewaz bike û ji wî tawîza werbigire. Ji 1984-an ve heta niha tevgera rizgariya Kurd têk naçe û carek din xwe komî ser hev dike. Ji ber vê yekê jî ev xwîn rijandin vala ye. Divê ku Tirkiye baş diyar bike ka çi dixwaze. Tirk dixwazin li welat vê pirsgirêkê bi aşitî çareser bikin yan jî bi şer û şîdetê tevgera rizgarî têk bibin. Tevgera rizyariya Kurd ti cara bidawî nabe û naçe Ewropa wenda jî nabe. Ji bo wê jî pêwîste Tirk riya çareseriya bi awayekî zelal bidin nişandan. Divê dest ji van tiştê biçûk û pûç berde dixwaze bi van rêbaza tevgera Kurd hem li Tirkiyê hem jî li dewletên din tine bike. Dixwaze bi van rêbazan PKK-ê li dewletên derdor lewaz bixwe û berteraf bike. Divê li ser esasê çareserkirina pirsa Kurd helwestek zelal bê nişandan mercên heyî ku Tirkiye hebûna xwe bikarîbe berdewam bike ev in.”

Polîtîkaya tinekirinê dê Tirkiyê ber bi parçebûnê ve bibe

Di dawiya axaftina xwe de analîstvanê zanistên siyasî yê Rojhilata Navîn Vadîm Makarenko dibeje eger Tirkiye di ve siyaseta xwe ya tinekirinê de pêdagiriyê bike dê Tirkiyê ber bi parçebûyîne ve here û got:  “Eger pirsgirêk bi vî awayî berdewam bike wê demê dê hebûn û nebûna Tirkiye jî têkeve nîqaşê. Li ser bingehê azad û serbest meşandina politîkayê partiyên Kurd û Tirk bi hêviya ku bes ne partiyê etnîkî bin partiyên giştî yên demokratik bin. Lê eger wek berê berdewam bike çareseriyek tenê dimîne ew jî perçekirina Tirkiye ye. Li Rojhihatê Tirkiye ji hêla artêşê û polîsan ve Kurdistan hatiye dagîrkirin ji ber ku Kurdistanî Kurdbûna xwe diparêzin her roj hemwelatî û siyasetmedar tên girtin. Ev parçeyê Kurdistanê ye û Kurd têde dijîn û her diçe bi rengê Kurdan tê dagirtin. Kurdî di wir de xurttir dibe. Ji ber ku di bingeh de ev axa Kurdistanê ye. Ev şer bixwaze nexwaze jî, cûdahiya di navbera Kurd û Tirkan de ya wek etnîkî û gelêrî zêdetir dike. Nefamkirina vê tê wateya ku ev ne qedera Kurdan e qedera hemû Tirkiyê ye. Ji ber vê yekê jî pêwîste desthilata Tirkiyê bi Kurdan bide famkirin ku ew neçarin politiyek zelal û aşitxwaz bidin meşandin. Ji milekî ve şaxa dara zeytûnê dirêjkirin ji milê din ve jî darê zorê nişandan polîtikayeke nexweşe û ne jî di berjewendiya Tirkiyê de ye.” ANF-BAS{jcomments off}

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی