"an independent online kurdish website

Middetekî berê xeberek derket ku bi pêşniyara Ocalan çar konferans dê çêbin; yek li Enqerê, yek li Diyarbakrê, Yek li Hewlêrê, yek jî li Ewrûpahak_par

.

Ji  çar konferansan ya Enqerê di 25-26ê Gulanê da li Enqerê çêbû. Em ji bo vê konferansê ne hatibûn xwendin, xuya ye ew tenê ji bo rêxistin û rewşenbîrên Tirkan bû.

Di derheqa Konferansa Diyarbekrê de em di meha Nisanê da bi riya hin rêxistinên dinê, wek ÖSP û KADEK agadar bûn ku ew wexwendibûn Konferansê. Ango ji bo me tu pêşniyar tune bû.

Piştra heyetek KCD (DTK) û BDP di 12yê Gulanê da seredana li rêxistina me ya Bajarê Diyarbekrê kirin, li wir du hevalên me yên Dîwana Serokatiyî û serokê HAK-PARê yê rêxistina bajêr dîtin, pêşnîyara konferansê ji me ra anîn û gotin ewê di serê Heziranê da bicive. Heval jî ji heyetê ra gotin ku organên partiyê vê pêşniyarê binirxînın û bersîva xwe bidin.

Ev pêşniyar berê di çarçuva Diwana Serokatiyê de hat nirxandin û me jî di heqê konferansê da pêşniyarên xwe nivîsandin û bi nameyekê ji BDPê ra şand. Me got, em dikarin di konferansê da beşdar bin, bi şertên ku ne ewqas bi lez û bez be. Her  jî divê beri hertiştî partiyên siyasî di nav xwe da bicivin, armanc û rojeva konferansê, waxta wê, her usa jî kîjan rêxistinên sîwîl tevlêbin, di nav xwe da zelal bikin. Me got:

“Ev kar waxt dixwaze. Lê va ye ji serê Heziranê ra 15 roj ma ye.Bona vê yekê, ger hûn dixwazin em bi hevra konferansekê çêbikin, baştir e em bihêlin payîzê û ji nuha va nûnerên partiyên siyasî di nav xwe da  bicivin, da ku armanc û rojeva wê, waxta wê û kî bi çi şiklî tê da beşdar bin, zelal bikin.”

Çend roj şunda BDP, bi navê Gulten Kışanak û Selahattin Demirtaş bersîva nameya me dan, lê di bersîvê da qet behsa pêşniyarên me ne dikirin, digotin ewê wek BDP di konferansa hanê da cî bigrin.

Di 1-2yê Heziranê da Encumena Partiyê   bû. Di rojeva me da ev babet jî hebû. Encumena Partiyê giha wê qeneetê: Ev konferans bi lez û bez tê çêkirin û wan hevalan guh nedan pêşnîyarên me. Yên ku tê da beşdar bin yek alî hatin nîşandan. Xuya ye armanca vê civînê ne ev e ku Kurd di nav xwe da bicivin û raya xwe zelal bikin, helwestek miştêrek bigrin. Dibe ku niyet ev e, rizaya Kurdên dinê bigrin ji bo hevhatina navbera Ocalan û Misteşarê MİTâ Tirk, Hakan Fidan. Lê ji bo me û raya giştî ev hevhatin li ser çi çêbûye, ne zelal e.

Eger armanc nirxandina pêvajoya dawî be, raya me li ser vê pêvajoyê zelal e û raya giştî baş zane. Em ji bêdengbûna silehan kêfxweş in. Ku PKK bi temamî dev ji silehan berde hîn çêtir e. Lê evtişt bi serê xwe ne çareseriya pirsa Kurd e, ne jî aşitî ye. Çareserî bi naskirina hemû mafên kurdan dibe, aşitî jî bi vî awayî pêk tê.

Ji bona wan sedeman em wek HAK-PAR di vê konferansê da cî nagrin.

Wek agadarî ji bo raya giştî ye.

Kemal Burkay

Serokê Giştî yê HAK-PARê

11 Heziran 2013

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی