"an independent online kurdish website

Di dîroka Kurdistané da yekemîn care ku 500 sal beré, sala 1514 yé 28 Mîrén Kurdistané li Bajaré Amasya bi Siltané Osmanî Yawuz Sultan Selim ra rûniştin, weke neteweyek û bi yek dengek Tifaqa Kurd û Osmaniyan mezirandinshakir_ezpotek .

Di dîroké da yekemin car bû ku Mîrekén Kurdistané xeberén xwe kirin yek, raya wan bu raya giştî, raya millî û bi zanîn û raman û îrada xwe biryar girtin bi Sıltané dewleta Osmanî ra tifaqeke rastedurust li gor berjewendîya Kurd û Kurdistané girédan û birne serî.

Di dîroké da yekemîn car bû ku ji Süleymanîyé heya Mahabadé, ji Mahabadé heya Meleté, ji Meleté heya Kilîsé û ji Kilîsé heya Cizîré; Mîrén Kurdan, péşkéş û serwerén kurdistané bûne yekbend, yekréz û yek mist.

Ev buyera dîrokî, ev buyera balkéş û serkeftî wisa mezin û manîdare ku buyereke diplomatiké ji vé qenctir ne ji bo Kurdan û ne jî ji bo Osmaniyan û dewama wan ya Komara Tirkıyayé careke din neqewimî û wisa xuya dike ku careke din naqewim é. Lewra, şert û merc û hal û ehwalé wé demé, wî zemanî careke din neqewimî û naqewimé. Careke din dewleteke weka Dewleta Sefewiyan Kurdistané seranser zeft nekir û nak e.

Careke din di hemî zemané Mîran da, heya dawiya dawî, yekén weka Sultan Huseyné Mîré Amedîyé, Siltan melik Xelilé Eyyubî yé Mîré Hesenkéfé, Şeref Xané IV.’mîn yé Hikimdaré Bedlîsé, Mîré Cizîra Botan Şah Elî Beg, Mîré Herîré Emîr Bedreddîn Beg, Mîré Gurgila Botan Seyyid Ahmed Beg, Mîrén Mukrîyan Kurén Emir Sarim Qasim Beg û Suleyman Nasir Beg, Cemşîd Begé Hikimdaré Palo yé, Lalâ Qasim Begé Mîré Gélé, Emîré Xaçûkan (Bîngolé) Sultan Ahmed, Mîré Kilîsé Babé Canpolaté Navdar Emîr Qasim Beg, Pîr Hiseyn Begé Hikimdaré welaté Dersimé (Mîré Çemîşkezeké), Mihemed Elî Begé Mîré Sasoné, Mîré Derzin (Zirkan) Mihemmed Beg, Sultan Dawid é Hikimdaré Bajaré Hîzan, Şér Begé Mîré Hikumeta Şérwan (Kufra) û Ehmed Begé Mîré Hetaxé (Licé) é li xaka Kurdistané ranebûn.

Her waha careke din şûna Mewlana İdrîseke Bedlîsî Ango Mihemmed Axayé Kelhokî yé Bilbasî jî nehate dagirtin. Dîsa em dikarin béjin di dewra Osmaniyan da dewreke weke dewra Siltan Selîm û Qanûnî Siltan Silémané kuré wî jî xwedan îrade û biryar ranebûn, di vî halî da zerûretek, péwîstûyek û pédivîyeke weke wé demé Kurdan mecbûré yekîtîyé nekir.

Gava ku ew pédivî û péwîstî di seré qerné 20é da qewimî û carek din dem û dewran zivirî, Kurd bé Mîr û Wezîr û péşkéş û serwer û sermiyan bûn. Umud û gumana Kurdan ji İmparatoriya Osmaniyan hé qut nebibû. Şéx Ebdisselam Barzanî vé péwîstî û fersenda dîrokî keşifkir, dît û baş té gaha lé, dijmin nehişt ku tevgera wî ya millî cîyé xwe bigir é. Ya Şéx Ebdisselam Barzanî, Xalid Begé Cibrî, Elîşér Begé Qoçgirî, Şéx Mehmûd Berzencî û wan péşkéşén din ne weka tevgera Mîran ya sala 1513/14 yé bû.

Di sala 1514 yé da mecbûrîyetek, îrade û daxaza milleték, dîplomasîyeke xurt, otorîteyén xwedan qerar û raman, ji van hemîyan giringtir piştgirîya dewleteke weke Dewleta Osmanî ya wé demé hézdar û navdar ré li ber Mîrekén Kurd vekiribû. Di serda jî zordarî û zordestîya Dewleta Sefewî ya Şahsimaîl ku hemû bajarén Kurdistané zeft kiribû, rolén xweyén dîrokî û erénî di vé mijaré da leyîztin …

Tişteke din yé gelek giring ewe ku hema hema hemû Statuyén Kurdistané ji sala 1460’an heya giha vé sala Tifaqa Kurd û osmaniyan (1514) di şeré berxwedan û rizgariya statuyén xwe û welatén xwe da şerén rizgarîyé kirine û di nava wan da şervan û lîder û péşkéşén ku me navén wan borand derketin e.

Eger em bizanin ka di van 50 salan da Kurdan ji bona azadiya xwe şer û berxwedanén çiqas giran borandine û bi ezim û îrade û biryar, ya xwe birine serî. Ku em baş bizanın ka Kurdan welatén xwe ji bindesté hézén dijwar û xunfirén Dewleta Aqqoyîniyan bi çi rengî rizgar kirine, emé bizanin ku mileté kurd her dem û her zaman dikarin rizgariya welaté xwe bi dest bixin û armancén xwe yén rawadar bibine serî.

Ev mesele gelek té diréjkirin. Pédivîyek hebû ku sala îsal hemî aqademisyen û rewşembîrén Kurdan li ser vé babeté kûr bibûyan û pişta xwe nedane buyereke waha giring û dîrokî.

Péwîstîyeke gelek giring pé hebû ku Zangoyén Kurdistana Azad û hemî réxistinén zanyarîyén Kurd ji seré sala 2014 é va péçîyén xwe danîna ser vé mijara dîrokî û hemû dinyayé pé bihesandan ku 500 sal beré milleté Kurd bi îrada xwe ya millî karîye çi bike û projeyén gelek giring bixe jîyan é.

İhtiyacî û pédivîyeke giring ji bona Hukumeta Federala Kurdistané ewe ku xwe li dîroka xwe bike xwedî û prestîja xwe li hemî Kurdistané û li dinyayé qaîm bike û vé fersendé nerevîné.

Péwîste ku di vé salé da li Hewlér û Suleymanîyé, li Diyarbekir û Wané, li Stenbol û Enqeré konferans û semînér bétin tertîbkirin û bi kovar û rojnaman û radyo û Televizyonan bétin destekkirin.

Lazime û péwiste ku pisporén Kurd, ew pisporén ku aqilén wan ne ji kîsî sosyolégén ecnebî, li ser vé tékilîya Kurd û Osmaniyan û dewama wan ku jéra dibéjin Dewleta Tirkan, bi rastî bînine ziman û Tirk û Kurdan bi vé Tifaqa Dîrokî serwext bikin ku herkes babé xwe binasé.

Péşniyara min é 77 salî eve ku; Hikûmeta Kurdistané, Zangoyén Kurdistané, Aqademî û hemû komelge û réxistinén kultirî yén Başûr hewil bidin xwe vé fersendé nerevîn in.

Em Kurdén Bakûr ji xebateke waha ra amadene û me aqademisyenén ku li ser vé mijaré téra xwe lékolîn kirine hen e. Réz û Hurmet. 19.04.2014 – Hewlér (*)

Şakir Epözdemir

Lékolînér- Nivîskar

 

(*) – Nivîskaré me Mam Şakir Epözdemir ji sala 1998é v ali ser vé mijaré lékolînan dik e. Sala 1998é di kovara WAR’da Mewlena İdrisé bedlîsî nivisand. Sala 2005é pirtuka wiya bi navé “ Peymana Sala 1514 yé ya bajaré Amasya yé û Tifaka Kurd û osmaniyan” hate çapkirin. Bi dehan makaleyén wî di van salan da di malperén kurdî da hatine xwendin, sala 2010 yé dîsa pirtukek bi navé “ Diplomaté Gewre Mewlana İdrisé Bedlisi û Pirsa Kurdan” hate çapkirin. Niha pirtuka wi ya 500 Salvegera Tifaqa Kurd û Osmaniyan” ji çapéra amade ye.

 

 

 

 

 

 

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی