"an independent online kurdish website

Sedema bingehîn a çêbûna pirsgirêk û arîşeyên navxwe ên Iranê, Rijîma Iranê ye. hejarî, Ihmal kirin û dûberekî xistin di navbera netewe yên cuda yên di nav axa Iranê de yek ji planên esasî yên Rijîmê ye jibo parastina desthelta xwe .

 Rijîm bi şêwandina raya giştî û bi mijûl kirina xelkê bi pirsgirêkên şexsî û navxweyî hewl dide rol û bandora xwe di dizî û gendeliyên Siyasî, Aborî û civakî ke kêşeyên serekî yên Iranê ne tine bike. herwesa Rijîma Iranê bi egerê destêwerdan di nav karûbarên navxweyî yên welatên herêmê û Cîhanê, ftne û duberekî saz kirin, dirust û taqî kirina muşekên balistîk, zêdebûna tundûtîjî û perwerde kirina girûpên Radîkal ke metirsî li ser ewlehiya Cîhanê dirust kiriye, tometbare. Komara Islamî kû bi serkaniya terorê li Cîhanê tê nasîn jibo bi dest anîna daxwazên xwe û sepandina deshilat û hegemoniyaya xwe li herêmê de ti Rê û bijareyek baştir ji tundûtîji û terorê li ber dest da nemaye.

 Ji aliyê din va civaka navdewletî bi serperstiya Amerîka ê cardin bi sepandina tehrîmên tund li dijî Iranê û herwiha bi vekişîna Amerîka ê ji rêkevtinnameya etomî “bercam” di rêkefta 8. mai ê bi egerê binpê kirina yasayên mafên mirov li navxwe ê Iranê û herwesa bi mebesta pêşîgirtin ji destêwerdanên Rijîmê li tevahiya herêmê da, sekinandina ew çek û alîkariyên kû Rijîm ji girupên terorîstî re dişîne û herwiha zext û guvaşan li dijî Rijîmê di navxwe û derve ê Iranê jibo vekişîna hêza feyleqa quds ya ser bi supaha pasdaran ji axa Suriyê, Lobnan, Iraq û Yemenê da kû naseqamgiriyan di wan welatan de dirust dike zêde bike.

 Rijîma Iranê ji ber ku bikare xwe ji tehrîman qurtal bike, bi qest Siyaseta Ihmal kirinê û feqîr hiştinê di hindir da bi rê ve dibe daku ji belengaziya xelkê Iranê û ji qeyranên heyî wek qelxan li dijî Tehrîman sûd wergire û bi raya giştî bide xûyakirin ku tehrîmên Amerîkayê rasterast milletê Iranê kiriye armanca xwe û Nizama komara Islamî qet neketiye jêr bandora Tehrîm û sizayan da. li dawiyê de xûya bû ku Rijîm hazir nîne ti çaksaziya di kiryar û reftarên xwe de di piştewanî kirin li terorê û destêwerdan di nav karubarên navxwe ên welatên herêmê da encam bide û herweha ti gav di çareserkirina pirsgirêk û narizayetiyên navxweyî de nehavêtiye . lewra Roj bi Roj naomîdî, narizayetî û kîn ji Rijîmê di hindir û derve ê Iranê da zêdetir dibin û xelkê bindest ên Iranê gihiştine wê qenaetê kû take Rê û derfet jibo bidest anîna maf û daxwezên xwe û Rizgar bûn ji zilm û naedaletiyê û herweha bi bawera Cîhanê cêgîr bûna seqamgirî û tenahî li tevahiya herêmê pêdivî bi neman û rûxana Rijîma Iranê heye .

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی