"an independent online kurdish website

Heval û hogirên hêja, xizm û kesên xoşdewî.

Mixabin Fatma ê xatir ji me û jiyanê xwast û kul û kovanek mezin sermede barand. Xema vexera davî ya Fatma ê li aliyekê, ku hindî xema şehîd bûn a Elî Kaşifpûrê hevjînê vê em êşandin û birîna me taze kir û alîyê din jî ew hemû hevderdî û parve kirna vê xema hanê li bal we heval û hogiran, xizm û nasan, li navxweye wilat, derwey wilat, başûr û bakûrê Kurdistanê, û her wisajî dost û hevalên malbata mezin ya Dêmokrat ve hinek giraniya wê xemê li dil û ruhê me sivik kir. Me seh kir kû di rojên dijvar de em ne tenê ne. Zarûkên Fatma ê seh bi malbatekî berfirehtir ji malbata Kaşifî ji kirin.
Em weke malbata Kaşifî sipasê li we hemûyan dikin ku çi di heyamê nesaxiya Fatma ê de bi gorey îmkan serdan û ehwal pirsî kirn, çi diwan çend rojên derbas bûy de, li rêkên cor bi cor ve têkilî bi me ve girt û xema me parve kir.

Sipas bo ragehandinên hizba dîmokrat kû xebera vexera davî ya Fatma ê weşandin û sersaxî gotne malbata Kaşifpûr.
Hivîya me saxî û silametiya weye û înşallah em qet talîya we nebînin.

Carek din sipas û pêzanînê me bo we hemû dost, heval û hogirên hêja.

Malbata Kaşifî
Holend

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی